Navenda Yekpar a çand û hunerê li Qamişlo, bi desteka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê der barê jiyan û xebatên çend kesan de, xebata bi navê “Rêzdariya keda bê deng” dan despêkirin.
Her wiha wê li ser jiyana 11 kesan ji aliya karên wan ên rojane û xeyalên wan weke belgefîlmekê bi navê “Destên Terikî” were amadekirin.
Endamê Rêveberiya Navenda Yekpar, Derhêner û Sîneristê belgefîlmê Beyar Dîno da zanîn ku xebata belgefîlmê dewam dike, wê di çend rojên pêş de temam bibe.
Beyar Dîno hewil dide ku belgefîlmê bigihînin 5`emîn Mîhrîcana Fîlman a Naventeweyî ya Rojava ya ku wê di 13`ê mijdarê de were lidarxistin.
Hate diyar kirin ku piştî belgefîlmê wê pirtûka jiyana van 11 kesan jî bê amadekirin.