Di torenê de bi dehan erebeyên ku şervanên Durzî lê siwar bûn, hebûn.
Hate ragihandin ku armanca vê torenê piştrastkirina amadebûna leşkerî û astengkirina her hewldanek nû ji bo zêdebûna tundûtûjiyê li dijî gelê parêzgehê ye.
Partiya ciwanên serxwebûnê li Siweydayê hat damezirandin
Weke gaveke siyasî jî, Kesayetên siyasî û çalakvanên civaka sivîl ên ji Siweydayê Partiya Ciwanên Serxwebûnê damezirandin.
Hate diyar kirin ku partî mafê diyarkirina çarenûsê ya şêniyên Siweydayê û avakirina sîstemeke siyasî, civakî û rêveberiyeke demokratîk esas digire.
Her wiha nirxên zelalî, aştî, welatîbûn, edalet û rûmeta mirovî dide rûniştansin û li ser pêşxistina ciwanan, pêşxistina qadên tendirustî, perwerdehiyê, avakirina têkiliyan bi rêxistinên xwecihî û navneteweyî re dide rûniştandin.