Pedersen gihişt Şamê û bi Şeybanî re civiya

Li Şamê, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Esed El-Şeybanî re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

NY daxuyanî da û tê de diyar kir ku pêşketinên li Siweyda û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nirxandin û rewşa siyasî ya giştî bi berfirehî hat nîqaşkirin.

Pedersen piştrast kir ku ew pabendî serwerî û yekparçebûna Sûriyê ye û da zanîn ku divê êrîşên Îsraîlê rawestin û pirsgirêkên navxweyî bi diyalog û hewldanên siyasî werin çareserkirin.

Geir Pedersen destnîşan kir divê pêvajoyeke siyasî ya zelal, di çarçoveya biryara NY ya 2254an de pêk were.

Di civînê de, vegera koçberan hat gotubêjkirin, ên ku bi darê zorê û ji ber şer ji malên xwe hatin dûrxistin û ji bo vê yekê jî daxwaz hat kirin ku bingeh û zemîneke bikêrhatî ji bo vegerê bê amadekirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24