Di bin çavdêriya balafirên keşfê de, hêzeke bejahî ya Artêşa Îsraîlê bi rêya di navbera gundê Berîqa û Bîr Ecem de yê gundewarê Qunaytîrayê, derbasî vê herêma başûrê Sûriyê bû.
Duh jî 3 wesayîtên leşkerî yên artêşa Îsraîlê ji bajarokê Xan Ernebe ber bi rêya di navbera Xan Ernebe û Ewfniya de ketin gundê Ewniyat û berê xwe dan gundê Huriye yê Qunaytîrayê.
Di meha tebaxê de, hêzên Artêşa Îsraîlê 25 caran ketine nava axa Sûriyê û 15 bendên kontrolê yên demkî danîn.
Her wiha li Parêzgeha Qunaytîrayê 4 caran êrişên hewayî pêk anine û di encamê de, 6 leşker û sivîlek hatin kuştin.
Her wekî din jî, li heman herêmê 6 kes ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine girtin.
Lê heta niha, Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê li hember Îsraîlê bêdeng e.