Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko ragihand ku di êrîşa hewayî ya Rûsyayê de, li ser banê avahiyeke 16 qatî şewat derket, jinekê û zarokekî jiyana xwe ji dest dane.
Di heman demê de li herêma Sumiyê ya bakur-rojhilatê Ûkraynayê, di êrîşeke asmanî ya Rûsyayê de kesek hat kuştin û çend kes jî birîndar bûn.
Dîsa hate ragihandin ku di encama êrîşên hewayî yên Rûsyayê de tesîseke stasyona nukleerî ya Zaporizhia û safîneke petrolê ya li Krasnodar jî hatiye armanckirin.