Hêzeke Fransî derbasî Ûkraynayê bûye, li nêzîkî hêlên herî pêşîn ê şerê li hember hêzên Rûsyayê xwe ji bo şer amade dike.
Li gor nûçeyên hatine belavkirin, ev hêz xwebexş e, ne hêzeke fermî ya Artêşa Fransayê ye, lê li gor dîmenan derdikeve ku endamên vê hêzê perwerdekirî ne û çekên pêşketî di destên wan de ne.
Ew hêz ne girêdayî artêşa Fransayê ye
Ev çekdarên Fransî bi koma The Revenge a girêdayî hêza navneteweyî re perwerdeya leşkerî dibînin.
Isitîxbarata leşkerî ya Ûkrayanayê serkêşiya vê hêzê dike.
Şervanekî Fransî ku bi navê xwe yê kod Lyon tê naskirin da zanîn ku wî bi zanebûn ev biryar standiye û ew bi dil û can bi Ûkraynayê re ye.
Bajarê Xerson rastî êrîşeke giran hat
Her ku diçe agirê şerê van herdu welatan gûrtir dibe, herî dawiyê jî herêma Xersonê ya Ûkraynayê rastî êrîşeke Rûsî hatibû.
Ev jî bajarê Kostyantînîvka yê herêma Donetsk li rojhilatê Ûkraynayê ye, ku yek ji bajarên kembera parastinê ye, hêzên herdu welatan li vir ji nêzîk ve li hember hev şer dikin.
Li Kostyantînîvka şer berdewam dike
Rayedarên Kîevê dibêjin ev bajar di destê wan de ye, lê herî dawiyê berdevkê Kremlinê, Dimetry Peskov ragihand ku hêzên Rûsî bi temamî ev bajar kontrol kirine û Putîn bi xwe rewşê ji nêzîk ve dişopîne.
Putîn bi cilên leşkerî derbasî rojhilatê Ûkrayanyê bû
Dîmenên serokê Rûsya Vladîmêr Putîn bi cilên leşkerî hatin belavkirin, li gor medya fermî ya Rûsyayê, Putîn serdana navenda fermandariya hêzên Rûsî li rojhilatê Ûkraynayê kiriye û serkêşiya civîna fermandariya leşkerî kiriye.
Putîn: Bajarê Kostyantînîvka di destê me de ye
Di civînê de Putîn da xuyakirin ku kontrolkirina bajarê Kostyantînîvka di aliyê stratejîk de girîngiyeke wê ya taybet heye.
Ûkraynayê 16 balafirên şer ji Siwêdê kirîn
Di 30`ê Hezîranê de, Ûkrayna û Siwêdê peymanek bi hev re îmze kirin, li gor wê peymanê Kîev bi 2 milyar û 530 milyon dolar 16 balafirên şer ên Gripen E yên ji çêkirina kompanyaya Saab a Siwêdî dikire û dê ev her 16 balafir di dawiya 2029 û destpêka 2030 de radestê Artêşa Ûkraynayê bên kirin.
Lê berî wê yekê, wek alîkariyeke leşkerî bê pere, wê Siwêd 16 balafirên Gripen C/D di sala 2027`an de bide Ûkraynayê.
Li Kîevê wêraniyeke mezin tê dîtin
Dûrî koşkên serokatiyê û peymanên kirîn û firotinê, li kolanên Kîevê wêraniyeke mezin tê dîtin.
Di nav vê wêraniyê de, gelek bîranînên xelkê vî bajarî di nav toz û kavilan de mane.
Jinek bi qevdeke gulên sor li ber avahiyeke wêranbûyî sekiniye.
Li kolaneke din a Kîevê, jineke din mûmekê di nav vê wêraniyê de vêdixe.
Yên ku herî zêde êşa şer dikşînin jin in, lê ew dest ji hêviya xwe bernadin û bi awayekî berdewam peyamên aştiyê dişînin.
CSIS: Li Rûsya û Ûkraynayê 2 milyon kes hatine kuştin
Li gor Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navdewletî ya Amerîkî CSIS ji Sibata 2022`an û heta Hezîrana 2026`an hejmara kuştî û birîndarên şerê Rûsya û Ûkraynayê yên herdu aliyan 2 milyon kes derbas kiriye.