Ûkraynayê bi 430 dronan êrîşî Rûsyayê kir

Di nava hêviyên bidawîkirina şer de, artêşa Ûkraynayê êrîşine nû li ser Rûsiyayê pêk anîn. Tevî van êrîşan, hem serokê Amerîkayê û hem jî serokê Ûkraynayê, nîşaneyên bidawîkirina vî şerî didin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di nava berdewamiya şerî Ûkrayna û Rûsyayê de, Ûkraynayê êrîşeke berfireh li ser Rûsyayê pêk anî.

Rayedarên Rûsî ragihandin ku Ûkraynayê şeva borî bi zêdeyî 430 dronan êrîşeke berfireh ber bi Moskovayê ve pêk aniye.

Her wiha li gorî daxuyaniya rayedarên Rûsî, piraniya van dronana beriya ku bigihêjin armanca xwe, ji aliyê sîstemên parestinê yên Rûsî ve hatine têkbirin.

Li herêma sînorî ya Belgorodê ya Rûsyayê parêzgarê wekalet Alexander Shuvayev ragihand ku di êrîşên mûşekî yên Ûkraynayê de kesek hatiye kuştin.

Parêzgar destnîşan kir ku Ûkraniya di van êrîşan de binesaziyên Rûsyayê armanc kir.

Di êrîşên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê de 28 kes hatin kuştin

Beriya êrîşa Ûkraynayê, Rûsyayê jî êrîşeke berfireh li ser Kîevê û derdora wê pêk anî.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên Ûkraynî, di êrîşên Rûsyayê de 28 kes hatin kuştin.

Ev yek hevdemî çûna serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ji bo civîna NATO’yê ku wekî mêvan beşdar dibe, pêk tê.

Volodymyr Zelenskyy beriya civîna bilind tekez kiribû ku ew ji civîna NATO’yê "hêviyên mezin" dike.

Her wiha bang li hevpeymaniyê kiribû ku ji "sozên" zêdetir alîkariyan ji bo Ûkraynayê pêşkêş bikin.

Di heman çarçoveyê de jî, serokê Ameraîkayê Donald Trump gotibû ku ew li dosyaya şerê Ûkraynayê jî, di lûtkeya NATO’yê de li Enqerayê biaxive.

Trump amaje bi wê yekê kiribû ku ev şer ji her demê bêtir ber bi dawî ve diçe.

Niha jî hêviya bidawîkirina şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de ku ev zêdetirî 4 sal berdewam dike, bi civîna NATO’yê ve girêdayî ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye