Trump: Em ê bi tundî bersiva êrîşê bidin

Piştî êrîşa li hember leşkerên xwe serokê Amerîkayê Donald Trump soza bersiveke tund da.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Piştî êrîşa li Tedmurê ku tê de 2 leşkerên Amerîkî û wergêrekî sivîl hatin kuştin, serokê Amerîka Donald Trump soza bersivê da.

Trump li ser 'Truth Social' got:

"Bi dilekî xemgîn em windakirina 3 lehengên xwe li Sûriye, 2 leşker û wergêrek, radigihînin û hêviya şifaya lezgîn bo hersê leşkerên birîndar dikin.

Ev êrîş ji aliyê DAIŞ`ê ve li dijî Amerîka û Sûriye, li herêmeke pir tirsnak ku bi temamî li derveyî kontrola wan e, pêk hat.

Em ê berseveke tund bidin."

Tom Barrack: Her êrîşek li dijî Amerîka dê bi tundî were bersivdayîn

Ji aliyê xwe ve şanderê Amerîka bo Sûriye Tom Barrack teqez kir, heta jinavbirina bi temamî ya DAIŞ`ê Amerîka ti car gavan paş de neavêje.

Tom Barrack li ser hesabê xwe yê X`ê wiha got:

"Her êrîşek li dijî Amerîkiyan dê rastî bersiveke tund û lezgîn were.

Heta niha jimarek ji hêzên Amerîkî li Sûriyê hene ji bo bidawîkirina hebûna DAIŞ`ê bi temamî û rêgirtina li ber vegera wê."

Mezlûm Ebdî ji bo leşkerên Amerîkî xemgîniya xwe anî ziman

Di derbarê êrîşê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ji ber kuştina leşkerên Amerîkî û hêzên ewlehiyê yên Sûriyê, xemgîniya xwe anî ziman.

Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê X`ê wiha got:

"Zêdebûna van êrîşan pêdiviya xwe bi vîn û kedeke hevpar a bêhtir li ser asta niştîmanî di operasyonên li dijî terorê û şaneyên wê de heye."

QSD sersaxî ji bo leşkerên Amerîkî xwest

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD`e jî bi daxuyaniyekê, sersaxî bo leşkerên Amerîkî ku di êrîşa Tedmurê de jiyana xwe ji dest dane xwest.

QSD`e di daxuyaniya xwe de teqez kir ku bi kordînasyona giştî di gel Koalîsyona Navdewletî de, wan rê nedane rêxistinên terorîst da xwe jinûve rêxistin bikin û careke din gefê li ewlekariya herêmê û ya cihanê bixwin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Hêzên Sûriyeya Demokratîk karîna xwe ya jihevxistina binesaziya leşkerî ya çeteyên DAIŞ`ê teqez kir û karî wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kokê de rake.

Hêzên me ji bo veguhestina şer bo her devereke xaka Sûriyê bê dudilî amade ne."

Meclisa Îslamî ya Elewî êrîşa Tedmurê şermezar kir

Meclîsa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriye û Derve jî êrîşa Tedmurê şermezar kir û destnîşan kir ku ev êrîş, lawaziya pergala ewlekariyê ya hikumeta veguhêz nîşan dide.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got:

Meclisa Îslamî ya Elewî: Hin ji hêzên ewlekariyê têkiliya xwe bi DAIŞ'ê re heye

"Hin endamên hêzên ewlekariyê yên hikumeta veguhêz têkiliya xwe ya rasterast bi DAIŞ`ê re heye û ev yek jîngeheke guncaw bo rêxistinê çêdike.

Em bang li civaka navdewletî dikin ku naskirina hikumeta veguhêz jinûve binirxîne.

Em hişyariyê bo belavbûna terorê li nava binesaziya ewlekarî û ya siyasî didin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye