Amedspor derket rêza yekemîn  

Di çarçoveya Lîga 1'emîn a Fedrasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) de maça di hefteya 17'an de di navbera Amedspor û tîma mazûvan Bandirmasporê ya ku li Stadyuma Amedê pêk hat bi encama 2-1 Amedsporê biserket.  

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di nîvê yekem ê maçê de, Amedsporê lîstikeke bibandor nîşan da û di xuleka 42'an de bi gola Dia Saba 1-0 ket pêş.

Her wiha di xuleka 45+3'an de bi gola Daniel Moreno Amedsporê ferq derxist 2'an û nîva yekem a maçê bi encama 2-0 bi dawî bû.

Di nîva 2'emîn de, di xuleka 68'an de ji hêla lîstikvanê tîma mazûvan Rahmetullah Berîşbek gola taximê xwe ya 1'emîn avêt û maç bi encama 2-1 bi dawî bû.

Bi vê serkeftinê Amedsporê puanên xwe derxistin 35'an û di lîga xwe de bû yekemîn.

Eger vê hefteyê Pendikspor têk biçe an jî wekhev bimînê, Amedspor dê yekem bûyîna xwe bidomîne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye