Norweçê bi 18 madalyayên zêr mohra xwe li olimpiyadan xist

Olimpiyadên Paralîmpîk yên Lîstikên Zivistanê yên sala 2026'an ji 6 heya 15'ê Adarê li bajarên Milano û Cortîna d'Ampezzo hate lîstin. Norweç bi 18 madalyayên zêr re mohra xwe li olimpiyadan da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Lîstikên Olîmpiyadên Zivistanê yên Paralîmpîk (astengdar) yên 2026'an bi merasîmeke bi heybet li Verona dest pê kiribû. 

 

Lîstikên Olîmpiyadan ji 6'ê Adarê heta 15'ê Adara 2026'an li bajarên Milano û Cortina d'Ampezzo hatin lîstin.

 

Di Lîstikên Paralîmpîk ên Zivistanê yên 2026'an de, nêzîkî 56 welat û zêdetirî 600 werzîşvanên astengdar di 6 werzîşên zivistanê yên cûda de  ketin pêşbaziyê.

 

Pêşbirkvanan di şeş werzîşên cuda de ketin pêşbaziyê, ew jî ev in: Alpine skiing, biathlon, cross-country skiing, icehockey, snowboard û curling bi kursiya tekerlekdar.

 

Salvador, Haîtî, Portekîz û Makedonyaya Bakur cara ewil tevlî olimpiyadên paralîmpik bûn.

 

Ji destpêka Paralîmpîka heta bi dawûbûnê welatên ku medalyayê zêr bi dest xistine ev in:

 

 

Welatên ku herî zêde madalyayên zêr girtine, ev in:

 

Norwêç :18 zêr, DYA:11 zêr, Îtalya: 9 zêr, Hollanda: 8 zêr

 

Almanya, Fransa, Swîsra û Swêd : 6, Nemsa û Japonya : 5

 

Keneda û Çîn :4 zêr, Koreya Başûr, Awistralya û Birîtanya : 3, Çekya: 2, Slovenya : 2, Spanya, Brezîlya û Qazaxistan : 1

 

 

Di sala 1976'an de cara yekem Paralîmpîk li Ore, Swêdê pêk hat

 

 

Lîstikên Paralîmpîk ên Zivistanê di sala 1976'an de cara ewil  li Ore, Swêdê dest pê kir û her 4 salan carekê li welatekî cûda têne lidarxistin.

 

Her wiha welatê ku herî zêde medalî bi dest xistibûn di sala 1976'an de welatê Almanya Rojava (Almanya berî yekbûnê) bû.

 

 

 

Îtalya cara 3'yemîn mazûvaniya Paralîmpîkên Zivistanê dike

 

 

Lîstikên Paralîmpîk heta niha 50 sal in, bê navber tên lîstin û ev cara 3'yemîn e ku Îtalya mazûvaniya wê dike.

 

5 welatên herî jorîn di seranserî dîroka Paralîmpîkê de ev in:

 

 

5 welatên herî jorîn di seranserî dîroka Paralîmpîkê de

 

 

Norwêc, pir caran di skiya welatê dûr û skiya berjêr de di rêza pêşîn de ye.

 

Almanya, di cûrbecûr werzîşên zivistanê de bihêz e.

 

Kanada, bi taybetî di skî û hokeya ser qeşayê de bi hêze.

 

Swêd, dîrokeke dirêj di skiya welatê dûr û skiya berjêr de heye.

 

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di skî û werzîşên wekî din de baş pêşbaziyê dike.

 

 

Paralîmpîk di 15'ê Adarê de li Cortina bi dawî bû

 

 

Lîstikên Olympiyadên zivistanê yên paralîmpîk(astengdar) di 15'ê Adarê de, li stadyoma Cortina bi merasîmeke bi heybet bi dawî bû her wiha her lîstikvanek bi al û sirûda xwe tevlî merasîmê bûn.

 

Di dawiyê de, hat ragihandin ku Olympiyadên Zivistanê û Paralîmpîk cara bê, dê di sala 2030'î de li Alpên Fransî de, werin lidarxistin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye