Pîrozbahiyên Newrozê yên îsal bi dirûşmên "Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk" û "Newroza Azadî û Demokrasiyê" tên lidarxistin.
Di pîrozbahiya Neweroza Amedê ya 21’ê Adarê roja Şemiyê koma kemençeyê, Koma Agirê Jiyan û Alend Hazîm dê derkevin ser dikê.
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç, bang kir ku her kes bi rûhê yekitiyê tevli Newrozê bibe û anî ziman ku dê beşdariyekê pir xurt çêbibe.
Yekîtî ji bo jiyanê girîng e
Mehmet Kamaç li ser yekîtiya gelê Kurd wiha axivî:
"Newroza îsal xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Ji bo paşeroja gelê Kurd Newrozeke girîng e.
Ev Newroz, dê bi wesîleya yekîtiya demokratîk û yekîtiya Kurdan were avakirin.
Gelê Kurd, an dê yekîtiya xwe ava bike, yan jî dê bibe qurbana projeya emperyalîstan a ji bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn.
Plana ku li ser Rojava hatibû danîn, niha dixwazin li ser Rojhilat, Bakur û Başûr jî bixin dewrê.
Ji bo vê yekîtiya gelê Kurd girîng e."
Newroza azadî û demokrasiyê
Kamaç, wiha axaftina xwe bi dawî kir:
"Newroza azadî, yekîtî û demokrasiyê, dê bibe Newroza azadî û misogerkirina statuya gelê Kurd.
Em bang li gelê xwe dikin ku bi rûhê yekîtiyê li qadên Newrozê bin.
Em ji bo Newroza aştî, azadî, statu û yekîtiyê li benda hemû gelê xwe ne."
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pîrozabiyên Newrozê bi hemû coşa xwe berdewam dikin.