Li Hesekê rewşa eleketrîkê û entegrasyona saziyên çandiniyê hat nîqaşkirin

Parêzgarê Hesekê şandeyeke Wezareta Enerjiyê û endamên komîteya entegrasyonê ya Wezareta Çandiniyê pêşwazî kir, rewşa eleketrîkê û çandiniyê hat nîqaşkirin. Her wiha şandeyê tekezî li ser çaresekirina rewşa eleketrîkê û başkirina wê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya hewldanên başkirina rewşa eleketrîkê de, îro şandeyeke Wezareta Enerjiyê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê serdana parêzgeha Hesekê kir.

Şande ji alîkarê Wezîrê Enerjiyê yê Karûbarên eleketrîkê, endazyar Umer Şeqrûq, rêveberê giştî yê saziya veguhestin û belavkirina eleketrîkê, rêveberê xebitînê yê herêma rojhilat, pêk hat.

Şandeyê bi parêzgarê Hesekê, endazyar Nûredîn Ehmed û hejmarek ji berpirsên beşa elektrîkê re hevdîtin kir.

Di civînê de rewşa dabînkirina eleketrîkê li parêzgehê, girîngtirîn astengiyên ku tora eleketrîkê pê re rû bi rû dibe hatin gotûbêjkirin.

Her wiha bi taybetî kêmbûna hilberînê û xirabûna hin xetên veguhestin û belavkirinê jî hatin nîqaşkirin.

Piştî hevdîtinê şandeyê serdana stasyonên guherînê û navendên belavkirinê kir, da ku amadebûna wan a teknîkî û asta performansê bişopînin.

Her wiha ew ê hewcedariyên çaksazkirinê û piştevaniya pîşeyî binirxînin, da ku planên lezgîn ên başkirina eleketrîkê deynin.

Di heman demê de li avahiya parêzgehê, civîneke amadekariyê ya komîteya entegrasyonê li gorî sazûmaniya ku ji aliyê Wezareta Çandiniyê ve hatiye pejirandin, bi amadebûna kesên peywendîdar ji rêveberî û beşên eleqedar, parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed hat lidarxistin.

Beşdaran girîngî da hevkariya hevbeş û zêdekirina hewldanên serxistina proseya entegrasyonê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye