Xwepêşander dibêjin; "hinek aliyên di nav parlamentoyê de dixwazin yasayê derbaz bikin."
Çalakvan û xwepêşanderan daxwazkirin ku projeyasayê red bikin û diyarkirin ku hinek aliyên li nav parlamentoyê dixwazin yasayê derbaz bikin.
Her wiha tekez kirin ku erêkirina vê projeyasayê wek sucek beramberî azadiya fikir dibînin ku armanca wê bêdengkirina kolanane û gotin:
"Ji bilî berjenwendiya hinek aliyên siyasî yên payebilind, ne di berjewendiya welatiyên Iraqê de ye.”
Biryare îro Parlamentoya Iraqê têkildarî dengdana li ser hejmarek projeyasayan kom bibe ku yek ji wan jî projeyasaya Azadiya Fikir û Xwepêşandanane.