Roja dawî ya Kongreya CHP'ê ye: Hilbijartinên Meclîsa Partiyê tên lidarxistin

Ev sê roj in 39'emîn Kongreya Asayî ya CHP'ê, ku bi dirûşmeya "Niha Dema Desthilatdariyê ye" pêk tê. Duh Ozgur Ozel dîsa hatibû hilbijartin. Kongreya CHP'ê di roja xwe ya dawî de ye û wê îro jî ji bo meclîsa partîyê û lîjneya bilind ya disîplînê hilbijartin pêk werin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî lîsteya ku hatiye ragihandin, 151 kesan ji bo meclîsa partiyê û 37 kesan jî ji bo lîjneya bilind a disîplînê ser lêdan kirine.

Hilbijartin îro di saetên êvarî de diqede.

Di roja yekê ya kongreyê de bernameya partiyê, piştî 17 salan cara yekem hatibû guhertin.

Ozgur Ozel parastina biryara CHP'ê ya neçûyîna Îmraliyê kir

Ozgur Ozel duh di axaftina xwe de parastina biryara CHP'ê ya neçûyîna li Îmraliyê kiribû û ev tişt gotibûn:

"Em ê li meydanan û di komîsyonê de pêşniyarên xwe yên çareseriyê yên 29 xalî biparêzin"

Ozel di axaftina xwe ya spasdariyê de jî diyar kir ku ev kongreya wan a dawî ya di mûxalefetê de ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye