Endamên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê, jina ciwan Heyfa Adil Tayar a ji Kobanê li ser rêya Dêr Hafir-Helebê dema diçû serdana xizmên xwe li taxa Şêxmeqsûdê revandin.
Malbata Heyfa bang li aliyên têkildar kirin ku çarenûsa keça wan a revandî eşkere bikin.
Endamên Hikumeta Veguhêz bi vê kiryarê re, bendên sêyemîn û heştemîn ên lihevkirina Helebê, binpê dikin.
Li gorî benda 8`emîn divê şêniyên her du taxan serbest tev bigerin.
Di demên dawiyê de, bûyerên bi vî rengî zêde bûne, ev yek jî diyar dike ku hesab ji tu kesî nayê pirsîn.