Qeter: Divê NY li dijî binpêkirinên Îsraîlê tedbîrên cidî bigre

Beriya Lûtkeya Dohayê, civîneke amadekariyê ya wezîrên derve yên welatên ereb û îslamî tê lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Karên Derve ya Qeterê ragihand ku di lûtkeya Erebî-Îslamî ya bê de, wê pêşnûmebiryarekê derbarê êrîşa Îsraîlê de li ser Qeterê gûtubêj bikin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Qeterê Mecîd bin Mihemed El-Ensarî tekez kir ku lidarxistina lûtkeya Erebî-Îslamî di vê demê de, gelek bandorên wê hene û hevgirtina berfireh a Erebî û Îslamî bi dewleta Qeterê re di rûbirûbûna êrîşkariya Îsraîlê de, nîşan dide.

Şandeya Qeterê ji Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî xwest ku helwestek eşkere derbarê binpêkirina Îsraîlê de li ser avahiyên sivîlan bidin.

Şandeya Qeterê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo belgekirina binpêkirinên Îsraîlê tedbîrên cidî bigire da ku pêşî li binpêkirinên Îsraîlê bigirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24