Serokê Rêxistina Nûçegihanan Hozan Qadir têkildarî binpêkirinên li Herêma Başûrê Kurdistanê rû didin de axivî.
Hozan Qadir da zanîn ku di nava 8 mehan de,14 binpêkirin li hemberî saziyên ragihandinê û 31 binpêkirin jî li hemberî rojnamevanan hatine kirin.
Serokê Rêxistina Nûçegihanan piştrast kir ev binpêkirin herî zêde li bajarê Hewlêrê rû didin.
Hozan Qadir diyar kir ku îsal 15 caran rê nehatiye dayîn ku rojnamevan weşanê bikin û 11 rojnamevan jî hatine binçavkirin, piştre bi kefalet hatine berdan.