Li bajarê Siweydayê xwepêşandan berdewam dikin.
Herî dawiyê jî, li qada El Kerama Şêniyên bajarê Siweydayê xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşandêran banga berdana girtiyan kirin
Xwepêşendêran daxwaza serbestberdana jinên revandî kirin û siyaseta koçberkirin û wêrankirinê ya ku di bûyerên dawîn ên li dijî sivîlan de, şermezar kirin.
Şêniyê bi navê Mahir El Helebî ku ji bajarokê El Seleba ye di xwepêşandanê de, diyar kir ku êrişa 13`ê Tîrmehê ya li ser malên sivîlan sûcekî dijî ewlehiya şêniyan bû û banga çareserkirineke aştiyane ya ku mafê her kesî biparêze, kir.
Her wiha jina bi navê Tehanî Newaf El Zîlea ya ji bajarokê Mefela, destnîşan kir ku gelê Siweydeyê li hember revandina jinan û bêgunehan wê bêdeng nemîne û ew tu carî dev ji ax û mafên xwe bernadin.
Xwepêşandêran bi slogana “Bê edalet aştî nabe, em jiyaneke bi rûmet ji her kesî re li ser vê axê dixwazin” xwepêşandana xwe bi dawî kirin.
Hejmara qurbaniyên bûyerên Siweydayê gihîştiye 2 hezar û 38 kesan
Ji aliyekî din ve, Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) bîlançoya nû ya kuştiyên di şerê Siweydayê de ragihand.
SOHR'ê eşker kir ku hejmara qurbaniyên bûyerên Siweydayê gihîştiye 2 hezar û 38 kesan ku di nav wan de sivîl, zarok û jin hene.