"Li Îranê 5 milyon welatiyên Efxanî dijîn"

Serokê Navenda Karûbarên Biyaniyan û Koçberan a Wezareta Karên Hundir a Îranê Nader Yar Ehmedî diyar kir ku hejmara koçberên Efxanî yên li welêt dijîn bi qasî 5 milyon e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hebûna bi mîlyonan Efxaniyan li Îranê êdî ne tenê statîstîkek îdarî ye, lê belê beşek ji pirsgirêkek siyasî û ewlehiyê ye ku rayedar bi daxuyaniyên dubare û dersînorkirinên berfireh li çareseriyan digerin.

Di vê çarçoveyê de, Serokê Navenda Karûbarên Biyaniyan û Koçberan a Wezareta Karên Hundir a Îranê Nader Yar Ehmedî radigihîne ku hejmara koçberên Efxanî di nav welêt de pênc mîlyon e, ev hejmar ji bo ravekirina tedbîrên dawî û rewakirina kontrolên sînor ên tundtir tê bikar anîn.

Nader Yar Ehmedî da zanîn ku berê 6.1 milyon koçberên Efxanî li Îranê hebûn lê ji wan 1.6 milyon hatine dersînorkirin.

Her wiha Nader Yar Ehmedî eşkere kir ku navbera 400-500 hezar kes wekî "serhildêr" têne hesibandin ku ew kes piştî dersînorkirinê dîsa dikevin Îranê.

Rayedarê Îranî destnîşan kir ku ketina "welatiyên Efxanî yên neqanûnî yên nav Îranê ji Cotmehê ve zêde bûye."

Efxaniyên li Îranê bi zehmetiyan re rû bi rû ne

Li aliyek din jî rêxistinên mafên mirovan di gelek raporan de diyar dikin ku rêbazên Îran ji bo girtin û dersînor kirina koçberan bikartîne koçberan bi zehmetiyan re rû bi rû dihêlê û di ber sedema nerazîbûna raya giştî ya navneteweyî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye