Ggelek partî û welatan serokkomariya Îraqê ya nû pîroz kirin

Nizar Amêdî di Parlamentoya Îraqê de bi fermî wek serokkomarê nû yê Îraqê hate hilbijartin û erkdar kirin. Ji duh ve û heta îro gelek partî ,sazî û welatan peywira Nizar Amêdî wek serokkomarê nû yê Îraqê pîroz kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parlamentoya Îraqê roja şemiyê 11`ê Nîsanê ji bo hilbijartina serokkomar li hev civiyan.

 

Di civîna parlementoyê de namzetê YNK`ê Nizar Amêdî piraniya dengên parlamenteran wergirt û bi fermî wek serokkomarê nû yê Îraqê hate hilbijartin.

 

Gelek partî û welatan serokkomariya Îraqê li Nizar Amêdî pîroz kirin.

 

Amerîkayê serokkomarê Îraqê yê nû pîroz kir

 

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê li ser hesabê xwe yê X’ê Serokkomarê Îraqê yê nû Nizar Amêdî pîroz kir.

 

Di peyamê de hate destnîşankirin ku Amerîka amade ye ku bi rêveberiya nû ya Îraqê re kar bike.

 

DEM Partiyê serokkomar Nizar Amêdî pîroz kir

 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî bi peyamekê hilbijartina Nizar Amêdî wekî serokkomarê Îraqê pîroz kir.

 

DEM Partiyê di peyama xwe ya pîrozbahiyê de hêvî kir ku aramî û pêşeroja demokrasiyê li Îraqê xurt bibe.

 

Meclîsa Gel a Şengalê serokkomarê nû yê Îraqê pîroz kir

 

Meclîsa Gel a Şengalê jî bi peyamekê hilbijartina Nizar Amêdî ji bo serokkomariya Îraqê pîroz kir.

 

Meclîsa Gel a Şengalê ji serokkomarê nû xwest ku di mîsogerkirina mafên civaka Êzidî û bi taybet jî statûya Şengalê de roleke diyarîker a pozîtîf bilîze.

 

KCK’ê serokkomarê nû yê Îraqê pîroz kir

 

Her wiha KCK’ê bi wesîleya hilbijartina Nizar Amêdî ji bo Serokkomariya Îraqê peyameke pîrozbahiyê weşand.

 

Di peyamê de wiha hat gotin:

 

"Em bawer dikin ku Birêz Nizar Amêdî dê ji bo pêkanîna demokrasiyê ku ev xwesteka bingehîn a gelê me û gelên herêmê ye, hewl bide."

 

PDK`ê li dijî hilbijartina Nizar Amêdî derket

 

Ji aliyê xwe ve jî, Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK`ê nerazîbûna xwe li hember hilbijartina Nizar Amêdî wek serokkomar nîşan dabû û dest nîşan kiribû ku ew serokkomariya Nizar Amêdî nas nakin û dan û standinê bi wî re nakin.

 

PDK`ê ji herdu frakisyonên xwe yên nav hikûmet û Parlamentoya Îraqê xwest ku ji Bexdayê vegerin Hewlêrê da ku rewşa dawiyê bi hev re binirxînin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye