Serokkomarê Almanyayê bi Ehmed Şera re civiya

Serokkomarê Almanyayê Frank Walter Steinmeier û Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera li paytexta Almaniya Berlînê, têkiliyên du alî û geşedanên li Rojhilata Navîn nîqaşkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokkomarê Almanyayê Frank Walter Steinmeier ragihand ku, li Koşka Bellevue ya Berlînê pêşwaziya serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera kir.

 

Bi amadebûna rayedarên her du welatan, Almanya û Sûriyê hevdîtinek pêk hat.

 

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de têkiliyên her du welatan û geşedanên ku li Rojhilata Navîn qewimîne, hatine nîqaşkirin.

 

Li gorî serokkomariya Almanyayê her du aliyan berjewendiya xwe ya hevbeş ji bo bidestxistina aramiyê li Rojhilata Navîn nîşan dane.

 

Her wiha serokkomarê Almanyayê anî ziman ku welatê wî amade ye ku piştgiriyê bide Sûriyê di hewildanên wê yên ji bo bidestxistina aramiyê, ji nû ve avakirin û pêkanîna reforman de.

 

Li gorî hinek agahiyan, di hevdîtina navbera Serokkomarê Almanyayê û Serokkomarê Sûriyê de mijara vegera koçberên Sûriyê yên li Almaniyayê hat gotûbêjkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye