Sîsî: Bi tenê Trump dikare şerê li dijî Îranê bisekinîne

Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî ji hevtayê xwe yê Amerîkî Donald Trump xwest ku şerê li herêmê bi dawî bike. Sîsî hişyarî da ku metirsiya bilindbûna nirxê bermîla Petrolê ji 200 dolarî zêdetir, ne dûrî rastiyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî di merasîma vekirina Pêşangeha Enerjiyê ya Navneteweyî ya Misirê (EGYPS) de axivî û ji Trump re got:

 

"Ji bilî te, tu kes nikare şerê li herêma me û li Kendavê rawestîne."

 

Ebdulfetah El-Sîsî ev daxwaz ji Trump kir û ev yek anî ziman:

 

"Ji kerema xwe re, Birêz Serok, ji kerema xwe re alîkariya me bikin ku em şer rawestînin. Hûn dikarin vê yekê bikin."

 

Sîsî diyar kir ku bandorên şer du metirsiyan dihewîne: kêmbûna dabînkirina enerjiyê û bandora şer a neyînî li ser bilindbûna bihayan.

 

Serokkomarê Misirê zêde kir ku hedefgirtina tesîsên enerjiyê, çi santralên hilberînê bin çi jî rafinerî bin, dikare bandorên pir cidî li ser aboriya cîhanî û bihayên sotemeniyê bike.

 

Ebdulfetah El-Sîsî destnîşan kir ku metirsiya analîzvanan a bilindbûna nirxê bermîla Petrolê ji 200 dolarî zêdetir ne bi tenê gotineke, ew metirsiyeke cidî ye.

 

Her wiha Serokkomarê Misirê hişyarî da ku di demeke nêzîk de wê krîzek di dabînkirina xwarinê ya cîhanî de derkeve.

 

Sîsî diyar kir ku, dibe ku welatên dewlemend bikaribin vê yekê hilgirin.

 

Lê ji bo welatên bi dahata navîn û aboriyên qels, wê bandorek pir cidî li ser aramiya wan bike.

 

Misir, demek dirêj e alîkariya leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dike û piştgiriyê ji welatên Kendavê werdigire.

 

Misirê, êrîşên Îranê yên li ser welatên Kendavê şermezar kir û ji bo pêşîgirtina li şerekî berfirehtir li herêmê, zexta hewildanên dîplomatîk kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye