Li Îranê 2 girtiyên siyasî hatin darvekirin

Li Girtîgeha Qizilhêsarê ya Kerecê 2 girtiyên siyasî ji aliyê Dewleta Îranê ve hatin darvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ekber Danişwerkar ê 60 salî yê ji Tehranê û Seyid Mihemed Teqewî yê 59 salî yê ji Amollê, di sala 2023’yan de ji aliyê Komara Îsalamî ya Îranê ve hatibûn girtin.

 

Bi îdiaya "serhildanê" ya bi rêya endamtiya Rêxistina Mucahîdên Xelq, cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn.

 

Ajansa Nûçeyan a Mîzanê, ragihand ku di heman dosyaya ku Danişwerkar û Teqewî tê de hatine bidarvekirin, 4 girtiyên din ên bi navê Poya Qubadî Bêstûnî, Wehîd Benî Amîriyan, Babek Elîpûr û Seyid Ebolhesen Montezer jî hene.

 

Rêxistinên mafên mirovan têkildarî mijarê gotin ku metirsiya darvekirinê li ser van 4 girtiyan jî heye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye