Jêr-Komîteya Bêçekkirinê li Beştepeyê dicive: Ocalan jî di Komîteyê de ye

Jêr-Komîteya Bêçekkirin û Siyasîkirinê, roja Duşemê 24'ê Tebaxê li Beştepeyê civîna xwe ya yekem li dar dixe. Di vê qonaxa nû ya pêvajoyê de, Abdullah Ocalan jî dê wekî "taahût" di komîteyê de cih bigire.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pêvajoya çareseriyê ya ku di 27'ê Sibata 2025'an de bi banga Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi civîna yekem a vê komîteyê derbasî qonaxeke nû dibe. Ev gava dîrokî di çarçoveya qanûna “Xurtkirina hevgirtina neteweyî” de tê avêtin ku armanca wê çareserkirina pirsgirêkê di çarçoveya hiqûqê de ye.

Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan jî piştrast kir ku Abdullah Ocalan dê bibe endamê vê komîteyê. Di vê merheleyê de, kar û bar dê bi "Mekanîzmaya 3T" ku ji tespît, teyîd û taahûtê pêk tê bi rê ve biçin û piştî daxuyanî û pejirandina MGKê, serlêdanên fermî yên ji bo sûdwergirtina ji qanûnê dê di nav 6 mehan de dest pê bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye