Li girtîgeha Wakîlabadê ya Îranê, Mehbûbe Şabanî di greva birçîbûnê de ye.

Li Îranê, Mehbûbe Şabanî ji ber protestokirina şert û mercên xirab ên beşa karantînayê ya girtîgeha Wakîlabadê ya Meşhedê di greva birçîbûnê de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mehbûbe Şabanî, yek ji girtiyên siyasî yên xwepêşandanên meha çileya 2026’an e, dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Hat ragihandin ku Mehbûba ji bo protestokirina şert û mercên xirab ên li girtîgehan, beşa karantîna ya girtîgeha Wakilabadê ya Meşhedê û nezelaliya derbarê doza wê de, biryara çalakiyê daye.

Li gorî raporê, di 4’ê tîrmehê de Mehbûbe Şabanî wek ceza xistine karantînayê.

Di dema veguhestinê de rastî tundiyê hatiye.

Her wiha, şert û mercên xirab ên karantînê bûne sedem ku girtiya siyasî bi nexweşiya çerm bikeve.

Mehbûbe Şabanî di 3’yê sibata 2026’an de li Meşhedê hat girtin.

Demek dirêj di hucreya yekkesî de hiştin û paşê şandin beşa jinan a girtîgeha Wakîlabadê.

Li gorî îdianameyê, Mehbûba Şabanî ji ber ew kesên ku di xwepêşandanên 8, 9 û 10’ê çileyê de birîndar bûne bi motorsîkleta xwe biriye navendên tenduristiyê, tê sûcdarkirin.

Her wiha, di îdianameya destpêkê de sûcê ‘moharebeh’ (gendeliyê) li Mehbûbe Şabanî hatibû barkirin, lê ev sûc çend hefte berê ji îdianameya dawî hat derxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye