Li ser îdiayên "avakirina rêxistineke sûc", "wergirtina bertîlê" û "destkariya di îhaleyan de", di nav de Şaredar Fatma Kaplan Hurriyet, hevjînê wê Murat Hurriyet û Serokê Navçeya Îzmîtê yê CHP’ê Gokhan Ercan, ji bo 31 kesan, biryara binçavkirinê hat derxistin.
Li avahiya şaredariyê tedbîrên ewlehiyê hatin girtin û ketina avahiyê hat rawestandin.
Serdozgeriyê ragihand ku lêpirsîn li ser bingeha îfadeyên gumanbaran, daxuyaniyên têkildarî poşmaniya çalak û gotinên şahidên veşartî tê meşandin.
Li gorî agahiyan, îdiayên der barê hin îhaleyên şaredariyê û pêvajoyên pêşbaziyê yên têkildarî wan de tên lêkolînkirin.