Li Başûrê Kurdistanê lîtreyek benzîna normal bi 1350 dînarî ye

Li Başûrê Kurdistanê roj bi roj Bihayê berhemên sotemeniyê mîna benzîn û gazê bilind dibe, bi vî awayî bihayê lîtreyek benzîna normal gihîştiye 1350 dînarî. Hevdemî vê yekê, niha werza havînê ye û bihayê bermîlek nefta malan gihîştiye 245 hezar dînarî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Başûrê Kurdistanê li ser deryayeke neftê ye, lê roj bi roj bihayê berhemên sotemeniyê girantir dibe.

Li Herêma Kurdistanê di dema niha de bihayê lîtreyek benzîna normal 1350 dînarê Îraqî ye.

Bihayê lîtreyek benzîna super jî bûye bi 1750 dînarî, vê jî jixwe bandoreke xerab li kar û jiyana welatiyan kiriye, bi taybetî ajokarên taksî û basan.

Li Başûrê Kurdistanê bermîlek nefta malan bi 245 hezar dînaran e 

Di heman demê de, niha ku çileyê havînê ye, bihayê bermîlek nefta spî ya malan bi 245 hezar dînarî ye.

Di demekê de ku bihayê bermîlek petrola xav li bazarên cîhanê nêzîkî 135 hezar dînarî ye, ku ji wê petrola xav benzîn, gazoîl, gaza şil (LPG), petrola spî û çend berhem û keresteyên din tên çêkirin.

Tûpek gaza malan nêzîkî 20 hezar dînarî ye

Her wiha bihayê tûpek gaza malan li hin navçeyên Başûrê Kurdistanê gihîştiye nêzîkî 20 hezar dînarî.

Başûrê Kurdistanê xwediyê 45 milyar bermîl nefta yedek e

Giranbûna berhemên sotemeniyê li Kurdistanê di demekê de ye ku li gorî amara fermî ya Wezareta Samanên Sruştî ya Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê xwediyê 45 milyar bermîl nefta yedek e.

Başûrê Kurdistanê di nefta yedek de li cîhanê di rêza 11'an de ye

Li ser asta cîhanê di rêza 11’emîn de ye û xwediyê nêzîkî 2.6% ê hemû petrola cîhanê ye.

Li ser vê mijarê, parlamenterê Parlamentoya Kurdistanê Kawe Şêx Elî ragihand ku hikûmeta Îraqê pêşniyar kiriye benzînê bi bihayê 450 dînarî bide Kurdistanê, lê hikûmeta Kurdistanê pêşniyar red kiriye.

Li beramberî vê yekê, hikûmeta Başûrê Kurdistanê daxwaza zêdekirina pişka Herêmê kiriye ku ji 50 hezar bermîlan heta 65 hezar bermîl petrol be.

Parlamenterek Kurd: Bi kêfa xwe nirxan datînin

Hevdemî vê yekê, parlamenterê Kurd li Parlamentoya Îraqê Dr. Musenna Emîn ragihand ku ew 50 hezar bermîlên Îraqê dide Başûrê Kurdistanê, ji bo dabînkirina pêdiviya navxweyî, tên dan ji bo du parzûngehan û ew jî bi kêfa xwe bihayê wê datînin.

Bilindbûna berhemên sotemeniyê li Başûrê Kurdistanê di demekê de ye ku Bexda rojane 50 hezar bermîl petrol dide Kurdistanê ji bo tijekirina berhemên navxwe yên sotemeniyê mîna benzîn, nefta spî û gazoîl.

Bi mercekî ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi heman nirxî ku li Îraqê heye –ku lîtreyek benzîn 450 dînar e û hikûmet bermîlek nefta spî ya malan bi 30 hezarî dabeş dike– bide xelkên Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye