Şandeya Yekîtiya Ewropayê bi nûnerên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re civiya

Şandeya Yekîtiya Ewropayê bi nûnerên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re civiya û peymanên 10'ê Adarê û 1'ê Nîsanê bi hev re gotûbêj kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cîgira serokê şandeya Yekîtiya Ewropa li Sûriyê Agne Gleveckaite bi nûnerên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re civiya.

Di civînê de, Hêvîn Silêman, Fatme El Hesîno, Emîn Elîko, Nûrî Şêxo, Menan Cafer û Evîn Sîdo nûneratiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikirin.

Rewşa mirovî û ewlekarîyê ya Helebê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin nîqaşkirin.

Her wiha qala êrîş û gefxwarinên li dijî herdu taxan kirin û bal kişandin ser pêkanîna peymanên 10'ê Adarê û 1'ê Nîsanê.

Şandeya Yekîtiya Ewropa ya Sûriyê li ser rûpela xwe ya Facebook`ê daxuyaniyeke bi dîmen a cîgira serokê şandeyê belav kir, tê de dibêje, ew hatine Helebê da ku li dengê her kesî guhdar bikin û wê di demek nêz de careke din vegerin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24