Remziye Mihemed: Em biryara hilbijartinê ya hikûmeta Şamê red dikin

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed derbarê biryara hilbijartinên Parlamentoyê ya Hikumeta veguhêz a Sûriyê de got: “Em hilbijartinan napejirînin û red dikin.” Remziye Mihemed diyar kir ku hilbijartinên ku werin lidarxistin ji ber ku vîna gelên herêmê, jinan û civaka sivîl tê de tune ye nûnertiya heremê nake.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hikûmeta veguhez a Sûriyeyê ragihand ku wê di navbera 15-20`ê îlonê de hilbijartinên Parlamentoyê li dar bixe.

Hikûmeta veguhêz diyar kir ku li heremên Rêveberiya Xweser û Siwêda bi hincetên ewlehiyê hilbijartin neyên lidarxistin.

Ev biryara hikûmetê ji aliyê sazî û rêxistinên heremê ve rastî bertekên tund hat.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed derbarê biryara hilbijartinên parlementoyê ya hikûmeta vegêz a Sûriyê de axivî û got: “Em biryara hilbijartinên hikumeta Şamê red dikin.”

 

Remziye Mihemed: Pergala heyî nûnertiya gelan nake

 

Remziye Mihemed balkişand ser şerê li heremê li dijî pergalên serdest tê jiyan kirin û wiha domand: “Gel bi serhildanan guhertineke demokratîk xwest ji ber ku pergalên heyî nûnertiya gelan nake.”

Remziye Mihemed da zanîn ku di serdema hikûmeta Baasê de ji ber Esed guh neda daxwazên wekhevî, Edalet û Demokrasiyê gel rastî dagirkerî, komkujî û koçberiyê hat.

 

Remziye Mihemed: HTŞ`ê kirasê rejîma Baas'ê li xwe kiriye

 

Remziye destnîşan kir ku niha jî Hikûmeta Şamê bi heman rêbazî dixwaze pergalê bide meşandin û wiha lê zêde kir: “HTŞ’ê heman kirasê rejîma Baasê li xwe kiriye û qirkirinan pêk tîne, weke li dijî Elewî û Durziyan kiriye vîna gel binpê dike."

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed diyar kir ku  hilbijartinên Parslementoyê  tenê hinek herêman digire nava xwe û got: "Dema li herêmê dagirkirin, talankirin, koçberî û binpêkirin bi dawî bûn wê demê gel wê bi vîna xwe ya azad biçe ser sindoqan û beşdarî hilbijartineke demokratîk bibe.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24