Qêrînên zarokên sînemaya Amûdê hîna di guhan de ye

Zarokên 65 sal beriya niha di şewata Sînemaya Amûdê de jiyana xwe ji dest dan, di Mîhrîcana fîlman a Navnetewî ya Rojava de tên bibîranîn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di 17'ê Nisana 1946'an de, piştî ku Sûriye ji Fransîyan rizgar bû, zext û zorên rêjîmên erebî, yên ku di pey hev re hatin, li ser Kurdên Sûriyê zêde bûn.

Ji encamên van kiryarên rêjîmên Şamê, Kurdên Rojava, dikevin ber çerxa zilm û zordariyê.

Di salên 1960'î de polîtîkayên bişaftin û dagikeriyê dijwartir dibin.

Di sala 1958'an de, Yekîtiya Sûriyê û Misrê (1958-1961), di bin serokatiya Cemal Abdulnasir de pêk tê.

Di roja 15 Sibata 1960'î de Cemal Abdulnasir digel Abdulhemîd Serac yê ku di Sûriyê de zilamê wî yê esas bû û çend wezîrên xwe hatin Qamişlo û zîvirî Qahîre.

Ji wê rojê ve, hin bi hin rewşa Kurdan di Sûriyê de ket metirsiyê û talûkê. Zilm û zora li ser Kurdan kûr û berfireh dibe.

Di serdemek wisa ku tarîtiya kûr bi ser Kurdên Rojava ve dihat, Amûdê dibe yek ji hêlîna rewşenbîr, wêjevan û siyasetmedarên Kurdên Rojava.

Amûdê di mijara Kurdewarî de xwedî rolekî sereke ye. 

Di wê roja reş de amûde dibe malek mezin ya şînê

Di wê demê de du sînema li Amûdê hebûne, yek havînî bû bi navê Fuad û ya din a ku şewitî navê wê Şehrezad bû.

Şehrazad, avaniya wê ji kelpîça, ax, beşt, mircaq û pûş bû, kursiyên rûniştvanan text bûn.

Di 13'ê Mijdara 1960'an de li Salona Sînemaya "Şehrezad" a li bajarê Amûdê, di bin navê destekdayîna şoreşa Cezayîrê ku li dijî mêtingeriya Fransayê liber xwe dida de, fîlmek hat pêşandan.

Pereyê ku ji pêşandana filmê bi navê “Şebeh Muntesef El Leyl (Xeyaletê Nava Şevê)” hatiye bidestxistin wê ji bo piştgiriya şoreşa Cezayîrê bihata şandin.

Wê rojê 500 şagirtên dibistanên seretayî ku temenên wan kêmtirî 12 salan bûn, li salona sînemayê hatibûn komkirin.

Lê salon tenê têrî hejmarek 200 kesî dike.

Salona ku qaşo ji bo destekdayînê hatibû tijekirin, wê rojê dibe dojeh.

Dema film destpê dike, ji nişka ve şewat derdikeve û zarok hemû di hundir de dimînin.

Zarok li ber derî kom dibin ku derkevin lê ji ber hejmara zêde, derketin zehmet dibe.

Şêniyên bajêr berê xwe didin cihê şewatê ku zarokên xwe xelas bikin.

Yek jê yekem dikeve hundirê salonê û xwest zarokan xilas bike jî Mihemed Seîd Axayê Deqorî ye.

Di nava şewata dijwar de, Deqorî gelek zarok xilas dike, lê ew bixwe, di bin banê sînemayê yê ku hilweşiyan de ma û jiyana xwe ji dest dide.

Ekîbên agirkujiyê yên hikûmetê bi hawarê nehatibûn. Heta ku şewat bi xwe vemirî, di encam de 283 zarok jiyana xwe ji dest didin.

Di wê roja reş de amûde dibe malek mezin ya şînê.

Li beramberî vê komkujiyê, desthilata wê demê ku Komara Erebî ya Yekgirtî (Sûriye û Misir) bû, tu lêpirsîn nekirin û heta niha jî tu encam derneketin.

Li şûna sînemayê niha abîdeya qurbaniyan hatiye çêkirin.

Xeyalên zarokên qurbaniyên şewatê tê jiyanîkirin

Bi pêvajoya şoreşa 19’yê Tîrmehê (2012) re jî, ji bo zindîhiştina bîranîna qurbaniyan di qada sînameyê de gavên girîng hatin avêtin.

Ji sala 2016’an ve jî Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava tê organîzekirin û xeyalên zarokên qurbaniyên şewatê tê jiyanîkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye