Komîsyona ku ji bo rêvacûna pêvajoyê, ji aliyê hiquqî ve temam bike li meclîsa Tirkiyê hatibû avakirin wê îro di saet 11an de civîna xwe ya yekem li dar bixe.
Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk û merasîma çek şewitandinê ya PKK herkesî berê xwe dabû meclîsa Tirkiyê ji bo ku di aliyê hiqûqî de gav bavêje.
Li ser vê bingehê li Meclîsa Tirkiyê komîsyonek bi tevlîbûna hemû partiyên di meclîsê de cih digrin hat avakirin.
Ji xeynî Îyî Partiyê hemû partiyên li meclîsê temsîla wan hene beşdarî vî komîsyonê bûn. Partiyên ku li meclîsê koma wan heye li gor hejmara xwe, partiyên ku li meclîsê koma wan tine ye jî bi yek parlamenterî re di komîsyonê de cih bigrin.
Li gor vî temsîla partiyan wisa ye: AKP bi 21, CHP bi 10, MHP bi 4, DEM Partî bi 4, Koma Yenî Yolê bi 3 parlamentaran di komîsyonê de cih bigrin.
HUDA PAR, Yeniden Refah, TÎP, EMEP û DSP jî, dê her yek parlamenterekî bişînin komîsyonê.
Biryarên komîsyonê wê bi dengdayîna piraniya ji pêncan sê werin dayîn. Komîsyon wê ji aliyê serokê parlamentoyê Numan Kurtulmuş ve bê birêvebirin. Lê Kurtulmuş wê li ser biryaran dengê xwe nede.
Di civîna destpêkê ya komîsyonê de, piştî axaftina Kurtulmûş wê nûnerên partiyên siyasî biaxivin. Her wiha wê rê û rêbazên xebatê yên komîsyonê bên diyarkirin.
Tê payîn nav û şewaza xebatê bê zelal kirin
Ji bo nave komîsyonê ji tê payîn ku di vê civînê de were zelal kirin. Binav kirina Numan Kurtulmuş ya “Komîsyona Tirkiyeya Bêteror” ji gelek aliyên siyasî ve rastî nerazîbûnan hatibû.
DEM Partî li hember vê binavkirinê derketibû û dabû zanîn ku bi nêzîkatiyên ewlehî û şîddetê re ev pêvajo rê li ber çareseriyê nikare veke û ev nêzîkatî refleksên Tirkiyeya berê ne.
Tê payîn ku di civîna yekem a komîsyonê de şewaza xebatê, navê komîsyonê, nexşereya xebatê were destgirtin.
Komîsyon li ser esasên qanûnî û ji bo rêveçûna sîyasî bibe xebatek bingehîn.
Ji bo wî jî tê payîn komîsyon di serî de Rêberê Gelê Kurd û gelek aliyan re li ser hîmê pêvajoyê hevdîtnan bike û ji bo avakirina komara nû ya demokratîk bare hiqûqî hilgire ser milê xwe.