Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Almanyayê bi hev re civiyan

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyoza Almanyayê ya Îraqê Christiane Hohmannê û Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Herêma Kurdistanê re civiya. di civînê de rewşa Sûriyeyê hat şîrovekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di civînê de Pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê, rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û rûdanên li Sûriyeyê û herêmê hatin nîqaşkirin.

Nêçîrvan Barzanî, spasiya hewlên Christiane Hohmannê kir û ji bo erka wê ya nû hêviya serkeftinê ji wê re xwest û tekez kir ku divê pêwendî di navbera her du aliyan de, werin pêşxistin û hevkariya hevbeş di hemû waran de, berfirehtir bibin.

Hohmannê jî, tekez kir ku welatê wê bi girîngî li pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Başûrê Kurdistanê re dinêre û dixwaze di hemû waran de zêdetir bi pêş bixe.

Di dawiya civînê de, Hohmannê li hember wê piştgiriya berpirsên Herêma Kurdistanê ji wê re, kêfxweşiya xwe anî ziman.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24