Li Koye û Hewlêrê êrîşî baregehên partiyên Rojhilat hate kirin

Îro bi rêya dronan li Koye û Topzawa ya Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê êrîşî partiyên Rojhilatê Kurdistanê hate kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro di seatên êvarî de bi balafirên bêmirov êrîşek li ser Kampa Azadî hatiye kirin. 

Di heman demê de 3 êrîşên bi balafirên bêmirov li ser kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koyê hatine kirin.

Her wiha hate ragihand ku êrîşan ziyan gihandiye deverên niştecihbûnê, lê tu qurbanî çênebûn.

Ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve, Başûrê Kurdistanê zêdetirî 600 caran rastî êrîşên bi dron û mûşekan hatiye.

Di nav wan de nêzîkî 100 êrîşên bi dron û mûşekan li ser kamp û baregehên partiyên Rojhilatî pêk hatine.

Her wiha di êrîşan de pirtûkxane, nexweşxane û niştecihên kampên sivîl yên Hizbaa Demokrat a li Koyê û Hewlêrê (Kampa Azadî, Amriye, Zewyeyspî, Dêgele, Çêjnêkan û Girdeçal) hatine hedefgirtin.

Ji ber êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê 14 sivîl û 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane û 93 kes jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye