Endamê Rêxistina CPT a Amerîkayê Kameran Osman, ragihand ku di êrîşa Supaya Pasdarên Îranê ya li ser Kampa Sûrdaşê de, 3 kes birîndar bûn.
Di êrîşa li ser kampa Sûrdaşê de 3 kes birîndar bûn
Rejîma Îranê bênavber kamp û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran dike. Îro jî li ser sînorê Dêgeleyê yê Koye ya Başûrê Kurdistanê, mala Hisên Yezdan Pena hat hedefgirtin.
Îro bi rêya dronan li Koye û Topzawa ya Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê êrîşî partiyên Rojhilatê Kurdistanê hate kirin.
Bi dronên kamîkaze, Fermandariya Hêzên 70 ya li Silêmaniyê hat hedefgirtin. Di heman demê de, bi mûşekan navçeya Koye hat bombebarankirin. Her wiha Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku, ...