Bi dron û mûşekan êrîşî Koye û Silêmaniyê hat kirin

Bi dronên kamîkaze, Fermandariya Hêzên 70 ya li Silêmaniyê hat hedefgirtin. Di heman demê de, bi mûşekan navçeya Koye hat bombebarankirin. Her wiha Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku, wan çar mûşekên balîstîk ên ku Îranê wan ber bi Riyadê ve avêtibûn, têk birine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê didomin.

 

Hate ragihandin ku dronan êrîşî Silêmaniyê kirin.

 

Nûçegihanê Rojnews'ê ragihand ku, bi awayekî hemwext bi dron û mûşekan ve êrîşî sînorê Silêmaniyê û parêzgeha Hewlêrê hat kirin.

 

Hat ragihandin ku bi dronên kamîkaze, Fermandariya Hêzên 70 ya li Silêmaniyê hat hedefgirtin, lê dron hatin xistin.

 

Nûçegihanê Rojnews'ê yê Koye ragihand ku, îro di demjimêr 07:30'an de, bi mûşekan êrîş li ser kampa Kurdên Rojhilat hat kirin.

 

Her wiha nûçegihan ragihand ku, di demjimêr 8'an de careke din bi mûşekan heman kamp hat bombebarankirin.

 

 

Erebistana Siûdî çar mûşekên balîstîk ên ku ber bi Riyadê ve diçûn, têk birin

 

Di heman demê de, Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku wan çar mûşekên balîstîk ên ku Îranê wan ber bi Riyadê ve avêtibû, têk birine.

 

Piştire civîna Wezîrên derve yên Welatên Ereban li paytexta Siûdî, hat lidarxistin.

 

Wezaretê diyar kir ku parçeyên mûşekên ku hatine astengkirin li deverên cuda yên paytextê ketine û nirxandinên destpêkê nîşan didin ku ti zirar an birîndar çênebûne.

 

Qeter: Li herêma Ras Laffan ji ber êrîşeke Îranê şewat derket

 

Wezareta Navxweyî ya Qeterê ragihand ku tîmên parastina sivîl hewl didin ku agirê li herêma Ras Laffan ê ku piştî êrîşeke Îranê derketiye, vemirînin.

 

Medyaya dewleta Îranê ragihand ku Tehranê hişyariya valakirina çend tesîsên petrolê yên li Erebistana Siûdî, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî û Qeterê, di nav de rafineriya Ras Laffan, daye.

 

Her wiha Medyaya Tehranê nîşan daye ku tesîsên petrolê, wê di demjimêrên pêş de rastî êrîşan werin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye