Serokwezîrê Lîtvanyayê Gintautas Paluckas piştî lêpirsîna gendeliyê û xwepêşandanên zêde yên li ser bêserûberiyên darayî yên ku ji hêla şîrketên ku ew kontrol dike ve hatine kirin, îstifa kir.
Paluckas bi sûcê rêvebirina xelet a pêvajoya îhaleyê ya xizmetên tunekirina mişkan li Vilniusê dema ku wekî rêveberê şaredariya paytextê kar dikir, sûcdar hat dîtin.
Dadgehê di sala 2012'an de biryar da ku Paluckas bi dayîna îmtiyazên neqanûnî ji şîrketa ku di îhaleyê de teklifa herî bilind pêşkêş kiriye, meqamê xwe yê fermî bi awayekî neqanûnî bi kar aniye.
Serokwezîr Paluckas,piştî hilbijartinên parlemanî yên Cotmeha 2024'an dest bi kar kiribû.