Îranê tengava Hurmizê bi awayekî demkî vekir

Îranê piştî agirbesta li Libnanê, Tengava Hurmizê bi demkî li pêşiya keştiyên bazirganiyê vekir. Serokê Amerîkayê Donald Turmp, got ku heta ew bi Îranê re ji sedî sed rêkeftinek pêk neyê, wê benderên Îranê di dorpêçê de bin. Îranê jî, eşkere kir ku eger dorpêça li ser benderên wan dewam bike, wê tengavê careke din bigirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî ku agirbestek di navbera Îsraîl û Hizbullahê de pêk hat, Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve hate vekirin.

Ev yek jî geşbîniya li ser danûstandinên di navbera Tehran û Trump de zêde dike.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Îraqçî li ser malpera xwe ya X'ê, ev daxuyanî da:

"Hevdemî agirbesta li Libnanê, em derbasbûna hemû keştiyên bazirganiyê ya di Tengava Humizê re ji bo dema mayî ya agirbestê bi temamî vekirî radigihînin."

Donald Turmp: Heta rêkeftinek pêk neyê wê dorpêç bidome

Serokê Amerîkayê Donald Turmp, ragihand ku Tengava Humizê bi temamî ji bo çûn û hatina bazirganiyê vekirî ye û wiha got:

"Rêya stratejîk niha "bi temamî vekirî ye û ji bo kar û derbasbûna keştiyan amade ye.

Niha Tenê benderên Îranê di bin dorpêçê de ne.

Heta rêkeftinek ji sedî sed bi îranê re pêk neyê, wê ev bender di dorpêçê de bin."

Trump, hevdem amaje pê kir ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê "bi hemû hêz û bandora xwe" tenê derbarê Îranê de wekî xwe dimîne.

Trump, geşbîniya xwe nîşan da ku gihîştina rêkeftina dawî ya bi Tehranê re dê gelekî bi lez pêk were û got:

"Divê ev pêvajo gelekî bi lez biçe, çimkî berê li ser piraniya xalan dan û standin hatine kirin."

Qalîbaf: Ger dorpêç dewam bike, em ê careke din tengavê bigirin

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, bersiva gotinên Donald Trump da û wiha got:

"Serokê Amerîkayê di nava saetekê de îdiaya 7 tiştan kir ku her 7 jî derew in.

Wan bi van derewan di şer de serkeftin bi dest nexist û bê guman di dan û standinan de jî nagihêjin ti encaman."

Qalîbaf,hişyariyek da û got ku eger ev dorpêç dewam bike, wê tengav vekirî nemîne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye