Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê amadekariya hilbijartinên parlamentoyê dike

Li Sûriyeyê Hikûmeta veguhêz tevî nebûna qanûna hilbijartinan amedekariyên hilbijartinên parlamantoyê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Parlamentoya Sûriyeyê Taha El Ehmed ragihand ku parlamentoya nû dê ji 210 endaman pêk bê û wê serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed El-Şeri 70 endaman destnîşan bike û 140 endamên din jî bi rêya komîteyên şaxî tên hilbijartin.

El Ehmed diyar kir ku ev komîteyên şaxî wê ji hêla Komîteya Bilind a Hilbijartinan ve werin hilbijartin û ev komîteya bilind ji kesên nêzî Ehmed El-Şeri hatiye avakirin.

 

Li Sûriyeyê tevî nebûna qanûna hilbijartinan wê hilbijartin çêbibe

 

Li gorî destûra ku Ehmed El Şeri derxistiye, parlamentoya erkdarkirî dikare pêşinyarên qanûnî bike û biguherîne, peymanên navneteweyî îmze bike, budçeya giştî û efûya giştî derxe holê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye