Ali Riza Tengsiri, demeke dirêj, serkêşê hêza deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê bû.
Di rageşiya leşkerî ya li Kendava Basra û Tengava Hurmizê de timî diket rojevê.
Weke yek ji aktorên sereke yên stratejiya deryayî ya Îranê dihate naskirin.
Ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ve roja pêncşemê hatibû ragihandin ku Alî Riza Tengsiri hatiye kuştin.
Îranê jî nû bi rengekî fermî piştrast kir ku Tengsiri jiyana xwe ji dest daye.