Fermandarê Artêşa Pakistanê Mûşîr Asim Munîr, îro Duşemê bi armanca lîstina roleke navbeynkariyê di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de, gihîşt paytexta Îranê, Tehranê. Di vê serdanê de Wezîrê Navxwe yê Pakistanê Muhsin Neqwî jî ligel wî ye. Artêşa Pakistanê ragihand ku ev serdan di çarçoveya xurtkirina aştî û aramiya herêmî de pêk tê.
Li gorî çavkaniyên Pakistanî ku daxuyaniyek dane ajansa "Reuters"ê, Asim Munîr hefteya borî peywendiyeke telefonî ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump encam dabû. Hat diyarkirin ku ev peywendî bi însiyatîfa Trump bi xwe çêbûye û Washingtonê ji Îslamabadê daxwaz kiriye ku bandora xwe li ser Tehranê bikar bîne daku Îranê vegere ser maseya danûstandinan.
Tê payîn ku Munîr li Tehranê dê ligel berpirsên paybilind û kesayetên nêzîkî serokatiya Îranê bicive. Mijara sereke ya van hevdîtinan kêmkirina rageşiya navbera her du welatan û ji nû ve destpêkirina pêvajoya danûstandinan e ku ji ber aloziyên dawî asê mabû.