Malbata rêberê damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên pê re li Girava Îmraliyê dimînin, hevdîtin pêk anîn.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tişt anî ziman:
"Birêz Abdullah Ocalan îro li Girava Îmraliyê bi endamên malbatê Havva Elçin, Omer Ocalan û Haci Aydin Ocalan re hevdîtin pêk anî.
Muwekîlên me yên din birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar, birêz Ergîn Atabey, birêz Mahmut Yamalak û birêz Zekî Bayhan jî bi endamên malbata xwe re hevdîtin pêk anîn."
Piştî hevdîtinê malbat ji Giravê vegeriyan.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ku biraziyê Abdullah Ocalan e jî di hevdîtinê de cih girt.
Omer Ocalan piştî hevdînê li ser hesabê xwe yê X'ê ev daxuyanî da:
Birêz Ocalan di hevdîtinê de derbarê pêşketinên giştî yên siyasî de nirxandinên xwe parve kir.
Tenduristiya birêz Ocalan baş bû.
Silavên wî yên germ ji gelê Kurd re û ji her kesî re hebûn.