Lezgin

‘Bila Meclîs ji bo çareseriya pirsgirêkan bixebite’

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari li Meclîsê di civîna koma partiya xwe de axivî û derbarê geşedanên sîyasî de nirxandinan kir.

reset font size increase font size

Tulay Hatîmogullari li hember êrîşa li Suriyê li dijî dêrê hate kirin şermezarkir û banga girtina tedbîrên pêwîst li hember êrîşên bi vî rengê kir. 

Tulay Hatîmogullarî şerê di navbera Îsraîl û Îranê jî wek şerê avakirina hevsengiyên pergala kapîtalîst pênase kir û got:

“Mixabin lêdana dilê cîhanê ne bi aştiyê bi tempoya şer lê dide. Ev hemû jî rê li ber şerên bazirganiyê, hevsengiyên hêzê, nakokiyên mezhebî û etnik ku dibin sedemê pevçûnan vedike.”

Zêdekirina lêçûnên şer yê li Lûtkeya G-7  Tulay Hatîmogullari bibîr xist û got:

“Ji her tiştî re bi nêrîna ewlehiyê re dinêrin. Lê bele wateya vî; hêj behtir karesatên siyasî û civakî, bêhtirbirçîbûn û bêhûzirî ye. Bi gotina ‘ewlehî’ yê re hewl tê dayîn ku karesate şer ber çavan were veşartin…Ev ne şerekî ji rêzê ye di navbera du welatan de ye. Di şerê hevparkirinê ya emperyalist de hewl tê dayîn ku teşeya herêmê ji nûve were sazkirin… Berdela herî giran ya vî şerî jî gelên herêmê didin.”

Tulay Hatîmogullari: Pewîste Îran demokratik bibe

Tulay Hatîmogullari da diyarkirin ku muxalefet tê tepisandin û civaka sivîl tê bêdengkirin û wiha got: “Li pêkanînê antî demokratik yên li Îranê binêrin. Li hember nêzîkatî û rêveberiyên despotik em vî pir zelal dibêjin; pêwîste Îran demokratik bibe. Lê çareya vê ne êrîşa Îsraîlê ya li vê herêmê ye… Em pir zelal ji şerê Îsraîl û Îranê re dibêjin na. Lê helbet mecburiyeta her welati bi avakirina demokrasya xwe ya hûndirîn heye.  Divê kes vê yekê ji bîr neke ku; ewlehiya herî girîng avakirina aştiya navxweyî, pêkanîna demokratik bûnê, navbera gelên xwe de cûdakarî nekirin û bi hiquqek hevpar re rêvebirina welat re pêkan e.”

Erasmus: Şer ji bo yê ku jiyan nekiriye şirîn e

Tulay Hatîmogullari bal kişand li ser şerxwazan û got: “Şer ne lîstikeke. Erasmus beriya vî 500 salî gotiye; ‘Şer ji bo yê ku jiyan nekiriye şirîn e.’ Însanên ku şer jiyan nekirine li ber klavye rûdinin û wek konsola lîstikê bilîzin tevdigerin. Neyartiya di navbera gelan de tuj dikin…Dûxane ya ku ji Îsraîlê, ji Îranê bilind dibe encax dikare pêşeroje tarî bike. Ên ku dixwazin bi agirê şer xwe germ bikin dê herî dawî mala xwe bişewitînin… Werin em ji bo bi şewazek cîddî xilaskirina vî şerî wek gel înîsîyatîf bigrin, aşitiyê biqîrin.”

Tulay Hatîmogullari da zanîn ku rojeva herî girîng ya Tirkiyê yek jê jî pêvajoyê aştiyê ye û bal kişand nêzikatiyên ku vê pêvajoyê ji deme re dihelin û got: “Firsendên dîrokî şensên bende mayînê nade me, dê nedê jî. Em bermahiyên benda mayîna sedsalî hewl didin ji ser milên xwe bavêjin. Dîrok ji me re dibêje ‘li bende neminin, rê bigrin’. Her ku em li bendê man me hûnda kir, birîn kurtir bûn, derfet ji destê me reviyan. Şerê di navbera Îsraîl û Îranê jî nîşanî me dide bê ka aşti çiqas girînge. Aştiya li Tirkiyê, dikarê pêşengiya tefandina agirê ku li erdnîgariya cîranên me de bilind dibe bike.”

Tulay Hatimogullari bal kişand li ser daxuyaniyên Devlet Bahçelî ya di derbarê pêvajooyê de digot `Pêwîste pêvajo bi lez û baldarî rêve biçe` û wiha dewam kir: “Em careke din dibinin ku welatên demokrasiya xwe ya hûndirîn saz nekirinbin ji bablîsokên cîhanî pir giran bi bandor dibin.”

 `Deriyên Îmraliyê bila ji aştiyê re vebe`

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku daxwazek hevpar ya Birêz Abdullah Ocalan jî ya hemû civakê jî heye; ew jî avakirina komîsyonek bû û got: “ Ev komîsyon hêjî ne hatiye avakirin. Ev komîsyon dê kengî were avakirin? Heke were avakirin dê çavaniya wî çawa be? Dê kî/kê çiqas û çawa were temsîl kirin?... Niha agahiya di destê me de tene ewe ku dê li îro Serokê TBMM li meclîsê civînekî li dar bixe. Em hêvîdarin ku ji vî civînê encamekî şenber derkeve. Rêya aştiyê encax bi werekî, duristî û biryardariyê re tê vekirin.”

Hevserokê DEM Partiyê da diyar kirin ku xala herî girîng ya vê pêvajoyê yek jê jî avakirina rêyên diyalogê ya bênavber a bi Abdullah Ocalan re ye û diyar kiri ku li hûndirê welat û derveyî welat gelek kes dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Tulay Hatimogulları da diyar kırın ku dê van rojan ji derveyî welat wê heyeteke qelebalix ya ku dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, bên û got: “Em dibêjin ku; heke deriyên Îmraliyê ji astiyê re vebe dê derfeta rastî ya aştiyê çêbibe. Ew derî gereke ne bi kîlîtkîrî bin, pewîste bibin pir. Ji wir gereke di derbarê azadî, demokrasî, adalet û biratiyê de fikir biherikin welat.”

 ‘Bila meclis nekeve betlanê’

Tulay Hatîmogullarî da zanîn ku wek koma DEM Partiyê pêşniyazek dane meclîsê û got: “Bila meclis neye girtin, kes nekeve betlane yê. Meclis ji bo derbaskirina pirsgirêkên ku em jiyan dikin bil ali ser van deh gavan bixebite… Em muçeyê, yên taqewît bûyî, kedkaran, ji karkerên muçeyê asgarî digrin zêde bikin. Xîzaniyê kêm bikin. Mevzuata baçe biguherin. Adaleta baçe saz bikin. Kredîyên malen ku dahata wan di bin rêjeyekî deye em ji butceya giştî pêşvazî bikin. Deyn û faîzên çotkarên di rejeyekî kêm dene jê bibin. Pewîstiyên bi milyonan zarokên ku bi birçîbûnê re şer diken pêşwazî bikin. Faîzên  lobiyên fazîê keyfxweş dike daxînin. Sîyaseta ji deriyê rantê derxînin. Bi derxistina ‘Lijneya Etîk ya Siyasî’ re em karên tarî yê bi pere xilas bikin.

Demhat Îsmaîl

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24