Çalakiya ku bi beşdarbûna gelek aliyên siyasî, saziyên sivîl pêk hat. Di bin dirûşmeya "Bi Rêberê azadiyê ber bi jiyana azad ve" rêve çû.
Ciwanên ku gihîştin ber Deriyê Rihayê, polîsan bi gazên îsot û guleyên plastîkî êrîşî wan kirin. Lê tevî êrîşan jî dîsa ciwanan li ber xwe dan û daxuyaniya xwe xwendin.
"Ti hêz nikare dengê aşîtiyê qut bike"
Di daxuyaniya ku ji aliyê Medya Aslan ve hat xwendin de hat gotin ku "heta Rêber Apo azad nebe, gelên Rojhilata Navîn nikarin di nava aştiyê de bijîn, dengê ku ji Îmraliyê bilind dibe, rê li ber çareserî û diyalogê vedike. Ti hêz nikare dengê aştiyê qut bike."