Di derbarê civîna duh de, Navenda Ragihandina ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de, QSD´ê diyar kir ku di civînê de aloziyên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, rêbazên çareserkirinê bi rêyên aştiyane ku ewlehî û aramiyê misoger dike hatin nîqaşkirin.
Her wiha navendê da zanîn ku QSDˊê bi niyeta baş hejmarek girtiyên Hêzên Hikûmeta Veguhêz ên ku di dem û cihên cuda de girtibûn, radestî şandeyê kir.
QSD´ê destnîşan kir ku ew her tim xwe dispêrin çareseriyên aştiyane, parastina aramiyê û berevaniya sivîlên li tevahî herêman.