Li Bakurê Kurdistanê talankirina xwezayê berdewam dike. Li Dorşînê di bin çavderiya leşkerên Tirk de 50 kesî dar birîn.
Heya niha li Bakur û Başûrê Kurdistanê, dewleta Tirkiyê hewl dide daristanan tune bike. Wekî amûrek qirkirina xwezaya Kurdistanê rêbaza birîna daran taybet di deh salên dawî de zêdetir bûye.
Herî dawîyê li Zap, Avaşîn û herêmên Bakurê Kurdistanê jî li hember vê talanê gel daketibûn qadan û bertek nîşanî van polîtîkayan dabûn.