Dara Yûsif: Aliyên pêwendîdar pêwîste bexçeyan bi awayekî rêkûpêk bişopînin

Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Cizîrê têkildarî çandinî û bandora avhewayê de da zanîn ku planên wan ên ji bo piştgiriya vê sektora girîng hene. Her wiha cotkarê bi navê Dara Yûsif jî diyar kir ku pêwiste aliyên pêwendîdar bexçeyan bi awayekî rêkûpêk bişopînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li kantona Cizîrê qadeke girîng a çandiniyê jî çandina darên fêkiyan e. Tevî ku çandina hin cureyên fêkiyan zêde bûye jî, lê gelek cureyên din kêm bûne. Desteya Çandinî û Avdanê hewl dide piştgiriya vê qada çandiniyê bike.

 

"Germahiya zêde rasterast bandorek neyînî li fêkiyan kir"

 

Di derbarê rewşa çandinîyê de Cotkarê bi navê Dara Yûsif ê ji gundê Til Şeîrê yê Tirbespiyê, diyar kir ku tevî şert û mercên hewayê jî lê çandiniya wî serkeftî ye. Lê germahiya van salên dawî rasterast bandorek neyînî li hin fêkiyan kir.

 

"Cotkar rastî gelek zehmetî û pirsgirêkan tên"

 

Yusif da zanîn ku çotkarên ku bi çandina fêkiyan re mijûl dibin rastî gelek pirsgirêkan tên, bi taybet kêmbûna sotemeniya ji bo avdana baxçeyan, zêdebûna lêçûna avdana bi dilopan û nexweşiyên daran ên ji ber guherîna avhewayê.

Her wiha destnîşan kir ku piştgiriya ku ji hêla Komîteya Çandiniyê ve tê peyda kirin, têrê nake, pêwiste ev piştgirî zêde bibe û aliyên pêwendîdar bexçeyan bi awayekî rêkûpêk bişopînin.

 

"Planên piştgiriya çandina darên fêkiyan hene"

 

Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Cizîrê diyar kir ku wan îsal hin caran sotemenî daye cotkarên darên fêkiyan û da zanîn ku planên wan ên ji bo piştgiriya vê sektora girîng hene.

Desteyê di dawiyê de wiha anî ziman: "Tevî zehmetiyan jî, cotkar bi hêvî ne ku siberoja çandina darên fêkiyan baştir be. Her wiha dawaza zêdekirina piştgiriyê kirin."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24