Beriya çend rojan du erdhejên xurt li Venzuelayê çêbûn, lê heta niha gelek kes di bin kavilan de mane.
Tîmên rizgarkirinê jî bi hemû awayî dixwazin wan rizgar bikin.
Tîmên rizgarkirnê bi çend kesên re ku di bin kavilan de mane, diaxivin ji bo ji ser hişê xwe neçin.
Ji ber erdhejan nêzîkî 7 milyon kesan zirar dîtine
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku nêzîkî 7 milyon kesan ji ber erdhejên Venezuelayê zirar dîtine.
Di erdhejan de nêzîkî hezar û 400 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi deh hezaran kes jî winda ne.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) piştî lêkolînan li amarên nifûsê û zirarên heyî daxuyaniyek da.
Hat diyarkirin ku tenê li Karakasê 2 milyon kes di bin bandora erdhejê de mane.
Ji ber vê karesata xwezayî li wê deverê avahî bi temamî rûxiyane.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî da zanîn ku wan ji bo analîzkirina nexşeyên destpêkê yên peykan, bi tora hişê çêkirî ya Microsoftê re kar kiriye.
Ji sedî 31,5 ê avahiyên bajarokê Catia La Marê zirar dîtine
Li gorî analîzan, ji sedî 31,5 ê avahiyên bajarokê Catia La Marê zirar dîtine.
Rêxistinê diyar kir ku ev nirxandin ji tîmên rizgarkirinê re dibin alîkar da ku ew herêmên herî zêde zirar dîtine, destnîşan bikin.
Bi vî awayî karê gihandina alîkariyên mirovî hêsantir dibe.