Lezgin

JI DESTPÊKA SALÊ VE LI TIRKIYÊ ZÊDETIRÎ 3000 ŞEWAT DERKETINE

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke fermî eşkere kir ku rêjeya şewatên daristanan li Tirkiyê di sala 2025an de zêde bûye. Ji destpêka salê ve nêzîkî 3 hezar û 181 şewat derketine. Ji sedî 25 tenê di deh rojên dawî de çêbûne.

reset font size increase font size

Di daxuyaniyê de hatiye, hejmara giştî ya şewatan gihiştiye 3 hezar û 830, ji wan hezar û 350 li deverên daristanî û hezar û 830 li derveyî wan, ji 25ê hezîranê vir ve bi tevahî 761 şewat hatine tomarkirin.

Li gor agahiyên fermî jî, li Îzmîr, Sakarya, Hatay, Bîlecîk, Manîsa, Stenbol û Bursayê di 10 rojên dawî de zêdetirî 20 şewatên giran çêbûne

 hemû jî bi tevahî hatine kontrolkirin.

Ji bo vemirandina agir 27 balafir, 105 helîkopter, 6 hezar wesayîtên bejahî û 25 hezar karmendên agirkujiyê û parastina sivîl beşdar bûn. 
 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24