Dewleta Tirk bi çêkirina bendavan gelek çem li Kurdistanê zuha kirine. Bi çêkirina bendavan re gelek ziyan li xwezaya Kurdistanê bûye. Dewleta Tirk ev sed sale li hemberî xwezaya Kurdistanê şerekî bêrehm dimeşîne.
‘Li Bakurê Kurdistanê bi dehan bendav hatine çêkirin’
Navçeya Qilebanê ya Şirnexê bi xweza û ava xwe dewlemend e. Li navçeya Qilebanê newal û çem pir in. Ji ber vê yekê kaniyên avê zêde ne. Çem û newalên Qilebanê ji bo welatiyên herêmê pir girîng in. Çemê Hêzil, Newala Robozik, Newala Avgarî, Çemê Behrancî, Çemê Havan û Newala Hîlal li Qilebanê çavkaniyên avê yên herî mezin in. Ji ber bendavên zêde, ava van çeman sal bi sal zuha dibe.
Çemê Hêzil; çavkaniya Avê ya herêmê ye. Çemê Hêzil weke çemê Navneteweyî tê dîtin. Gelek caran ji ber avê di navbera başûrê Kurdistanê, Iraq û Tirkiyeyê de qeyranan rû daye. Hêzil bi kurdî tê wateya ava bi coş, lê ji ber zuhabûna avê, ev ava bi coş êdî wateya navê xwe winda kiriye.
Bendavên ku li Şirnexê, Qilebanê û Colemêrgê hatine çêkirin ev in.
1.Bendava Şirnexê , bendava Şirnex-Silopiyayê, bendava Şirnex-Qilebanê, bendava Şirnex-Balli, bendava Şirnex- Kavşaktepe, bendava Şirnex- Mûsatepe, bendava Şirnex-Çetîntepe û bendava Şirnex-Çocûktepe.
2.Bendava Colemêrg-Golgelîyamaç, bendava Colemêrg- Beyyûrdû û bendava Colemêrg-Aslandagî.
Ji ber bendavên zêde avhewaya herêmê xirab dibe.
‘ Rojavayê Kurdisatanê jî para xwe ji vê siyasetê digire’
Li Rajavayê Kurdistanê piştî dagirkirina herêma Efrînê, Serêkaniyê û Girêspî gelek bendav li van deveran hatin çêkirn.
Çemê Efrînê û gola Meydankê; ji bo şêniyên herêmê çavkaniya jiyanê ye. Piştî ev herêm di sala 2018’an de hat dagirkirin. Dewlata Tirk bi her cureyî dijwariya xwe li hemberî xwezaya Efrînê pêk anî. ji ber gola Meydankê ji ava kaniyan kom dibe. Çeteyan bendavên biçûk li ser kaniyên ku diherikin Meydankê çêkirine û pê zeviyên xwe av didin. Bi vê yekê re ava gola Meydankê kêm bûye. Bi vê yekê tenê nema îsal ji bo dagirtina bendava Rihaniyê deriyê bendava Meydankê vekir û ava golê vala kir. Her wiha ava gola Meydankê jehrî kir û niha ava çemê Efrînê hêdî hêdî zuha dibe.
Xabûr; li Cizîra Rojavayê Kurdistanê ye û çemekî stratejîk e. Dirêjahiya wê 320 km ji Bakurê Kurdistanê diherike û di Serêkaniyê re derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe li bajarê Dêrezorê tevlî çemê Firatê dibe. Lê bi destpêkirna aloziya Suriyeyê û Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, dewleta Tirk car caran ava çem qut dikir. Bi taybet piştî dagirkirina bajarê Serêkaniyê di sala 2019’an de, çem bi temamî hat qutkirin.
‘Li Başrûrê Kurdistanê jî bi heman awayî polîtîkaya qutkirina avê tê meşandin’
Ava Zêya Biçûk; Ji ber kêm barîna baranê û çêkirina bendavan li ser çavkaniyên avê yên Iraq û Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê Tirkiyê û Îranê ve, bandorek neyînî li ser ava Zêya Biçûk çêkirye.
Çavkaniya ava vexwarinê ya devera Pişder û Bitwên çemê Zêya Biçûk e. Dewleta Îranê bendava Kulese ya ser bi bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê çêkiriye. Bi hatina havînê re, Îran avê li ser herêma Başûrê Kurdistanê kêm dike û metirsî heye çem zuha bibe.
‘Gola Urmiyê jî li Rojhilatê Kurdistanê sal bi sal zuha dibe’
Gola Urmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê ber bi zuhabûnê ve diçe. Pisporên ekolojiyê û çalakvan jî dibêjin, ji ber germahiya erdê, kêmbûna baranê û xemsariya dewleta Îranê, Gola Urmiyê ber bi zuhabûnê ve diçe.
Gola Urmiyê mezintirîn gola Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye. Bilindahiya Gola Urmiyê,1300 metre li ser astê deryayî ye, berî çend salan kûrahiya golê bi qasî 6 metreyan bû. Dirêjahiya wê digihişt 120 km û firehiya wê jî di navbera 15-50 km bû, rûbara wê ji 5 hezar km çargoşe bû.
Rêjîma Îranê bi siyaseta çêkirina bendavan dibe sedema hişkbûna Gola Urmiyê û vê rêjîmê di heyama 3 salên borî de, nêzî 44 bendav li ser çemên ku tên ser Gola Urmiyê dane çêkirin û ava ketina Golê kêm kiriye.
Rustem Elîko