Komîteya Ewlekarîyê ya Iraqê: Tirkiye di dan û standinan de ne cidî ye

Serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Iraqê, Kerîm Elewî El Mihemedawî diyar kir ku dan û standinên bi dewleta Tirk re li ser avê ne cidî ne û bang li aliyên peywenîdar kir ku tevlî dan û standinan bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kerîm Elewî El Mihemedawî bang li Hikumeta Iraqê û Wezareta Karên Derve kir ku nûnerên Iraqê jî beşdarî dan û standinên li ser avê yên bi dewleta Tirk re bibin.

El Mihemedawî destnîşan kir ku Tirkiye di dan û standinên berê de, ne cidî bû û metirsiya kêmbûna avê li ser parêzgehên başûrê Iraqê her ku diçe zêdetir dibe û got: “Divê Parlamento civînekê ji bo nîqaşkirina vê pirsgirêkê pêk bîne û wezîrên derve û avê beşdar bibin.”

Tirkiyê li ser her du çemên Firat û Dicleyê bendav ava kirine û avê kom dike û ji ber vê yekê, mîqdara ava ku diherike Iraqê pir kêm bûye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye